le çînî perçem û zułifit, çi teyrêke negîra bê?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  114 views
le çînî perçem û zułifit, çi teyrêke negîra bê?
be řîzey tîrî mujganit, çi nêçîre nekujra bê?
leser to şoxî çaw kałim, le destim çû ser û małim
epirsî carê eḧwałim, eger řeḧimit le diłda bê!
be bała şox û şîrînî, be çawan şerbetî jînî
be sîne û mem çi řengînî, biła meylit legełma bê
jyanî xom be ber ba da, ke lêwit boseyêk nada
çi şêxêk bê le dunyada, le dînit wernegêřa bê?
be řoj xamoş û bê hoşim, be şew piř coş û bê noşim
şew û řoj mest û serxoşim, ke çawit bade peya bê
çi bê aram û bê sebirim? le sewday toye wa emirim
le sînet hełkenin qebirim, beheştim şwên û me’wa bê
dexîlî dak û babit bim, be jêrpê xoł û xakit bim
be fîday řoḧî pakit bim, leberçî maçî řût nabê?
diłim peřpût û ẍembare, le derdî toye ’embare
bige hanam, bike çare, wîsałit ba le řêy xwa bê
xuda hełnagrê qurban, leberçî ’aczî lêman?
bese, řacîPen name mexe kêwan, newek axir zeman řa bê!