diłbere destî daye dił, letletî kird û encinî

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  93 views
diłbere destî daye dił, letletî kird û encinî
tar û demarî cîsmekem, řistî û pakî pişkinî
lêwî ’eqîqî xiste ber sêberî zułfî sunbulî
gerdenî ze’feran û dem xunçe û, řû gułî çinî
dił, wekû go leber şeqî zemane deştî girte pêş
ḧûr û perî û ademî, bew şêt û şûre pê kenî
perdeyî xwênî dił diřa, řijaye ḧewzî çawî min
girye binawanî şika, êste meḧałe bestinî
kułmete xwênî lê tika, naze, řiqe, ya xecele
ger řiqe heste bimkuje, besîyetî naz û şerminî
çaw ẍezebêkî girtuwe, zułfî dûla heławesî
cejneme çawe řastekem, to ke qenare bo minî
memkewe ta řojî duwa, pet be mil û şanî hewa
bełke hemû kes tê dega, ’aşiq û tembê kirdinî
pê be felaqe, ser be kot, dił be henase derpeřî
gyan be beheşt şa buwe, lew řux û sîng û gerdinî
diłberî, řacîPen name ke ekuşt, kifnî be qametî biřî
řoḧî le piştî best û gişt, têşûy cemałî axnî!