bo kuştinî kirmî dił, ser dûkełî ẍerbengî

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  148 views
bo kuştinî kirmî dił, ser dûkełî ẍerbengî
bo řiştinî awî çaw, çawey ’ereq û bengî
şîrîn û teř û paraw, serwî le nuyê řiskaw
her sed huner û yek daw, her yek guł û sed řengî
lew dîmene bêbeş bim, bextim řeşe, çon geş bim?
satê ke le baweş bim, seyrî dił û ahengî
nexşî xet û xałî řût, her yek be yekê engût
kułmet be hewa pişkût, dinya piře piřşengî
her mawe zirawim çê, lerzîn le henawim çê
neşter le dû çawim çê, kewtûmete ber çengî
aza were řazawe, tay zułfî tirazawe
karit hemû sazawe, wa tê mege dalengî
bew ebruwe peřgarî, bew řûmete gułzarî
bew dîdeye bîmarî, bew tundîye serhengî
ew sêwe be destim ke, lew sîneye mestim ke
bew sîneme bestim ke, bimdiwêne be bêdengî
pişkoPen name bese sûtanit, hawîn buwe zistanit
hêşta be temay dîde û, dû qetreyî awingî?!