çerixt le minî ẍemzede kirdote nehatî

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  105 views
çerixt le minî ẍemzede kirdote nehatî
carêkî beserdanî diłî xeste nehatî
wa to desełatit heye, bo şah û gedayan
boçî le hewaxwazîy min bê desełatî?
carêkî nebû pêkewe bîn, miç miç û, dem dem
wa dyare emin deştîy û to bûye qełatî
destim ke nega damenî yarît bitekênim
pêşkêşt ekem bîr û xeyałim, be qepatî
hełdên diřu de’ba, le kelwî guł, ke to hełdêy
wek nanî hełatem emnîş, to ke hełatî
çend sałe le em derge deḧewkêtewe dîdem
nemdî ne wenewzêkî, ne sebrî, ne subatî
yarim kiçe kurdêke, le małim ke deka řaw
řawnan û cinêwanim edatê be xełatî
carê nebû, têrî bimjim lêw û dem û mem
carî nebû, baweş keme meydan û mezatî
çend xişt û xiř û nask û awdar û besoze
çend xoşe qise û xende û dîdar û cematî
xełkî, ke be pare degirin baxçe be sałan
min maçî zemangîre gyanim be se’atî
eřwa be heway, heł’ewerê guł, be hemû řû
pasî seferim best û, ẍemim xward û xebatî
ew dêt û be min pê dekenê, duř eřjênê
min le’il û gułî eşk eřêjim lecyatî
pişkoPen name ke ełêy sûzî diłî, kûreyî ’îşqe
çî dawe le tofan û le nûḧ û le necatî?!