nemdîwe le mêjûy meces û arîy û hîndo

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  104 views
nemdîwe le mêjûy meces û arîy û hîndo
em core kize û debdebe û kirdeweyî to
zułifit çi beła, xet çi xeta, xał çi xeyałe?
çaw řeşbełekî sîḧre, le dû yekşewe ebro
řojê, buwe hoy kirdin û, xewtin le şew û řoj
to kirdite dû řoj û, xewt birdewe bo xo
giştî xełetin markis û, nîştayn û, gorîng
suqrat û, dîmuqrat û, filatûn û eresto
wityan: felekî xak û sitare ke le řojin
kwêrbûne ke lem xakeye dû řojî řû’ajo
bem puřtewî to, herçî ’enasir heye sûtan
dunya buwete kanî eletrîk û sipirto
her basî heywila û, şitî «la yitecezّe’eْ»Arabic
dû cuz’î beyek têkeł û, nîsbet be kem û ko
her yek heye bîkawu, bizanê be hemû la
oksîd û piřoton û elektir be pyano
min xom ke nenasîwe, xway xom çi binasim?
mirdim be cefay ’îşqit û, kewtim le pel û po
damawî hezar bîre şiř û nawe, jyanim
nadanî be tawane, legeł sozşî pişko
nembû senem û, yasemen û, sunbul û, sewsen
nemdî hewesî çawî řeş û, gerduşî şewbo
sîḧir û heřeşey řûs û feřense û, emerîka û
îngilîse, legeł muslîm û cû, her kese bo xo
em qařeyî asyaye, ke asyawî bełaye
her kes be hewayêkî egêřê, be serî to!
dunya be qumarxaneyî em canewerane
destiçênî ewan: şêx û beg û aẍe û, mîro
qurbanî qulîniçkêkî weten, lenden û tokyo
waşnitin û berlîn û nîwyork û mosko