enêrim bo nîsarit le’il û yaqût û guher, her şew

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  96 views
enêrim bo nîsarit le’il û yaqût û guher, her şew
eřêjim, ye’nî firmêskî dił û çaw û ciger, her şew
nîgarim ta be teswîrî xeyałîy, bête ber çawim
le aẍuşî ekêşim, eymjim wek neyşeker, her şew
minî ten xeste bêkes, da’îma zarî ekem, yaran
ewîş ’uşret be kamî xoy deka tewq û kemer, her şew
derûnim wek cehennem daxra, dił çunke muslîm bû
lewê derçû, be koy toda deka geşt û guzer, her şew
be derdî bê dewa gîrim, be meqsed nageme luqman
minim ḧeyran û sergeşte, le řêy xewf û xeter, her şew
be giryanim dekem bazî, ke eşkim şu’lebazî kird
legeł zuhre û, sureyya û, muşterî û dewrî qemer, her şew
’ecayb ’aşiqêkim, sa’etê xałî nîye qelbim
wekû řacîPen name exwênim şî’rî piř şekker leber, her şew