diłim, bê yar û bê qerdaşe emşew

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  196 views
diłim, bê yar û bê qerdaşe emşew
wekû çawwişî bê şabaşe emşew
xeyał û awî çawim, ser degêřn
çi ser? aşêkî piř baraşe emşew
emin meḧrûm û, dujmin şadî diłdar
ke her cêjnî seg û dałaşe emşew
egerçî çawekem piř xwênî ałe
le tawî yare, bê bînaşe emşew
ẍerez, piř bûnî dinyaye le hawar
heta ahî ḧezîn her başe emşew
mepirsin ḧałî dił, ey yar û eẍyar
nexoş û zare, hem řîswaşe emşew
se’atî bextî sextim, bê ’emel bû
çi cêy mîqat û pêş û paşe emşew?
leber zehrî helay dûrî ’ezîzan
dił û sîne û tenim xeşxaşe emşew
berî bê taqetî bû, ah û şîwen
egerçî baẍî min sawaşe emşew
le xaney dame û şetrencî wesłî
şehim bê beydeq û, bê daşe emşew
be řengî eşk û ahî nuktesencî
diła! řacîPen name ’eceb neqqaşe emşew!