diła! nayêtewe yadit ke yarit mîhrebanî bû?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  103 views
diła! nayêtewe yadit ke yarit mîhrebanî bû?
lelayê bezmî şahane, lelayê ’eyşî canî bû?
be zułfî saqîyan qubbey şu’a’î řûyî canane
be tarî mutrîban destî be xwên ał û demanî bû
lelayê perdedarî bû, lelayê bûkî zîbapoş
lelayê tawsî serxoş, lelayê can fişanî bû
pyałe piř le areqda, be nazî diłberan dekşa
be çawî gułberan dexura, ne’îmî asmanî bû
nezîfey cawîdanî bû, ḧesîbey îmtînanî bû
zehîyey zîndeganî bû, bedî’ey lamekanî bûAlternative Versions: sefayî zîndeganî bû, bedî’ey lamekanî bû
le naz û nî’meta canî řemîdey bêkes û zarim
le payey kemtirîn jûrî ’ezîzî mîsrî sanî bû
’eceb zewqî le baweşda, dił û diłber ke besrawinAlternative Versions: ’eceb zewqî le aẍûşa, dił û diłber muqeyyed bûn
le ’alem helheley wesił û, le řacîPen name hemzubanî bû