dił le dunyada be daym, bêkes û dêwane bû

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  117 views
dił le dunyada be daym, bêkes û dêwane bû
yar le ’alemda be kam û xoşîy û efsane bû
herçî kirdim, aqîbet, birdim peşîmanî leser
bem nîşaney pîrîyem, îşim hemû řendane bû
xoş, le wextî řûmetit, řoj û lebit çeşnî meze
nîw girîşmet bade û, dû çawî řeş meyxane bû
ger le yadim çê, ebê kafirbim û dinyaperist
ew demey řoḧim le lêwa, ḧezretî perwane bû
em sibeyney, des be setił û camî dił, çû bo seraw
řuḧ leser ewcî serî, tac û peřî şahane bû
nerim û şîrîn, lêwî nextê xiste naz û hemsewe
dił be tawî tîjî ’îşqî, serbeser dundane bû
ahî tîrey hewrî min, kewtote dewrî řûmetîAlternative Versions: ahî tîrey hewrî min, dewrey le řûy ew da be hem
dîtim û, herla, leber çawim meh û xermane bû
cêge meşqim, gerçî deşt û şar û zerye û beř buwe
giştî bo gyanî ḧezînim, zecir û bendîxane bû
key enoşim şerbetî lêwî nîgaran?! çunke min
kuncî xoşḧałîm be daym, řacyaPen name! wêrane bû