ewey min pêm dewê saqî! pyałey mey nîye, kûbe

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  118 views
ewey min pêm dewê saqî! pyałey mey nîye, kûbe
ewey to pêm edey batman nîye, misqałe ya řûbe
le xakî meykedey toda, serî şadîme enwênim
musłiman nî, mesîḧî to, mesîḧîyş ger nebî, cû be
bitêkî wa leser şanit, be nawî zułf danawe
kenîştey malim û miryem, piřî ẍewẍa û aşûbe
temaşay zerdełûy sînet dekem, ya qoxî ber gerdin
etoş serxoşî xałî, her xerîkî ałubałû be
diłim hate xeyałî wesłî çawî kałî ew şoxe
witim: boçî ewestî to? le řêgey şêrya řû be
temaşakirdinî kułmet, diłî ’alem epşikiwênê
be dû zułifit, nesîmî cennetulme’wayî dû řû be
be naz êware têpeřbûy, kitupiř sînemit pirwand
be çawî to ferîkim, sa xerîkî das û dasû be
çi bakim dujmin û fêłe, çi bakim ’alem û lome?
ke min her şêt û bêhoş bim, etoş her naz û cadû be
ke biřyarêk neda dîdet, le xewda bêm û bitnoşim
newêrim bême baweşta, bemin çî? her xewałû be
cefakarî dû ’alem her etoy û, tow wefadarîy
şehenşahî ser û bext û, îrade û dest û bazû be
ke pişkoPen name bextî napşikiwê, le lêwî ew diłarame
xełûzêke, leber çawî nîgaran bote u’cûbe