řewşî xirapî bînay mizgewt

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 3 minutes  130 views
mizgewte tewîley ker û golk, çi xerabe
bo mêş û meges bote muqeddes wekû kabe
te’tîr û bixûrî hemedem qişpil û řîxe
pêwîste «mela»ş bête cema’et be înabe
menziłgehî mindał û qumare, be cig û fils
bo serbeserî, piř ’ereq û dewrî şerabe
dîwar û ḧesarî hemû wêrane be řûxan
wek ’asîmeyî komełî bê dayk û babe
ew nwêje çi nwêjêke, ke ekirêt lewêda
hozêke, peristênerî mewlayî ’îqabe
ew helhele û zîkire, ke eřwa be semada
lew mezbeleda giştî du’ay fîtne mucabe
şwanêkî wekû min, dereqet golkê naya
kaban, çi hewêzêkî demałê? betema be
ker, ḧezretî eskender û min bûme eristoy
ger dîn eperistî, be hemû řêge řeza be
pêwîste leser şanî mela xizmetî mizgewt
em dêye su’alî hemû bê qeyd û cewabe
pêstîşî nîye, meẍzî ewê mîrî mubarek
wa dyare hemû karî terazû, be qulabe
bew bon û buxare, ke mela kase henasey
wek mestî heway řeşbełek û dengî řubabe
çunke be hemû şêwe, ziman dête sifarş
bê ’eybe biłên, xałemela toxî şerabe
em we’iz û eḧadîse, ke eřwa be hewada
wek bayekî nawext û, weku fû le ceřabe
min xawenî zanist û huner, bûme qumarçî
bew pûçełî serfître, mela, ḧacî şehabe
řebbî! be ximî bigre, bełam dûr le kenîşte
dûrbe le mela, ye’nî biřo malmî ça be
xozya řebenî dêre ebûm, ’a’île wazî
nek hełgirî em ẍeybet û buxtan û ’îtabe
giştî be qise xizme, be yezdanî te’ala
giştî be ’emel, hemserî şeytan û dewabe
biřwane musłimanîy û, biřwane muḧemmed
em hoze biłê çone beramber be seḧabe?
ferqêkî nîye, to ker û min ’eynî mela bim
toş her wekû min muntezîrî řojî ceza be
gwêm herdû zirînganewe, bem weḧîy semawî
«alilّwisnu şirarٌ, ’emelu alxeyr kîtabeةArabic»
îşêkî bikem, mame, be zanînewe eykem
wek to be kerîy nabê, biłêm: daykene, dabe
tabî’ be îmamêk û, îmam tabî’î qewmî
ta dû sere bê, êste ełêm: ’eynî sewabe
herçî byewê keşfî ḧeqayq, le witarim
bîxate serî, talî’î engustî sebabe
dawayî dû kes, řaste yekî û êkî diroye
xoy pîçe, ełê: wey le mela pyawî xerabe
řacîPen name were sa meyxere jêr pê, netewey bext
bîstêne le yezdan û, beřûy ew gułe şa be