le çawim fîtne der naçê, nesaẍî dîn û îmanim

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  100 views
le çawim fîtne der naçê, nesaẍî dîn û îmanim
beheştim bo tewaw nabê, cehennem dête serbanim
îrade û hêzî kirdare, xeřekřêsî hemû karê
le her pêç û geřêkîda, hezaran dawe bo gyanim
le kaxî ’îzzetî matim, le burcî řesmî hełhatim
be qanûnêkî serxoşîy, piřim kird dest û gîrfanim
hewênî tewn û bazařî qedîme, em tecellaye
ke herkes çî ewê çawêk bigêřête řez û banim
sema bem řoje řûnak û demawdem ’erd tarîke
be dû beş beşkirawin şit, wekû hawîn û zistanim
beşî min ’aczî û tobe û beła û tirs û nesaẍî bê
jyanim êste tê nagem, dway mergîşe řîzwanim
syaḧetbazî em deşt û byabane, gyanî pak
le leşda pîs buwe boye, zefer naba be yaranim
mecalêkî gelê pan û berîne, herçî mandû bû
biłê danîşe tawêkî, le jêr sayey dirextanim
emin ta kołewar û des besraw û giran ser bim
esîrî dawî kurdan û dirow û swênd û buxtanim
xwa yarîdeyî jîkoPen name neda bo hêzî em hoze
ebê weḧşîy û eskîmo û cinokeş bêne seyranim!