ey seba! carê le basî ew gułem bidwê be kam

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  101 views
ey seba! carê le basî ew gułem bidwê be kam
ta jyanî bulbulan, bênête bax û ser şeqam
perçemî perjînî lade û, çaw û dił piř jîn bike
qametî ew serwe bade û, bade bêre piř be cam
meşqî pişkûtin bika xunçey demî, sa dem be dem
pêkenînî, areqey giryan bixate jîr û fam
heste, hestî hêzî şořişgêřî çawanî bike
teyr û binyadem exate kuşt û best û, řaw û řam
lêwî heł bênê be tefre û tanebazî û naz û nûz
her guroy xoy batewe, newtul nemamî xoş xeram
bête pêşbiřkê, le meydanî nîgarîy û diłberîy
ax û daxî pêwenê, cerg û diłî jîr û nefam
bo hewa, çêjî le çêştengawî kułmey heł bida
řojî cejnî arezûy sûtawekanî nabekam
ta be muqnatîsî çawî, řabkêşê mam û xał
kareba ka, derdî qiřjałî diłan û kone zam
bête desbazî be zebrî ẍemze xwênřêjî bika
dujminî bab kuşteşî hawar bika, min aşnam
ta wekû dagîr eka mał û ser û dinya û dîn
ta be zarî xoy ełê, min padşahî bê supam
şayedî jîkoPen nameye eşkî agirîn û cergî kuł
bextî řeş, nasaẍî leş, peymane boş û tałe tam