wek biraym, ew kesey name qełandoşan û koł

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  124 views
wek biraym, ew kesey name qełandoşan û koł
pêy geřam dêhat û şaristan û seḧra û kêw û çoł
geř debû, ger min nebûmaye bexêwî ew geře
êste wa çabotewe, kewtote lome û bołe boł
seyrî řojanî beşer, seyrî wefa û pyawetî
seyrî destawdestî bîr û, seyrî gurgan, karî hoł
sêberî darî wefa, wek sûretawî nîweřo
da’exa kûrey henaw û, ser ekate toz û xoł
ew kesey emkirde şan, wek tepłî meymûn hełpeřan
êste pêwîstî ezanê, lê bida bo min dehoł
pê be kot û dił be ẍem, ser kiz ebû wek kundebû
min derimhêna le destî dujmin û karî hełoł
bo çime, mał û jyanî piř le aşûb û girê?
boçme, tayêk terazû agir û, tayêk sehoł?
lem hemû bezim û heraye, bo sere têkdanî kar
«bacî selme»ş bê qeza bê, lêm buwe pûre cemoł
ta wezîrî nîweşe û «daye gułê» bê, mujde bê
ba kiç û jin hełpeřn, xiřxał lepê, bazin le qoł
wa gelawêj kewte ber şew, pêrûyş hêşûy geyşit
hêşte mîwey bextî min nebuwe mizir, yan ał û boł
wek firîştey hozî kurd hestamewe, řam kird û dîm
cun be cun dên û deçin em řenicberane, gurc û goł
bûme pişkoPen namey ’erd û befrî kêwanekan řeş bûnewe
bûkî şadîm swar kira, newrozî jînim girte koł