be bêhoşî beser çû ’umrî şîrînim, diłî pel pel

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  131 views
be bêhoşî beser çû ’umrî şîrînim, diłî pel pel
ke em pawane her la, bê beha pêy werbuwe mêgel
ke diłber destî meqsûdî negirtim, wek seba řoyî
le zistana be řûtî mamewe wek darekey serkel
hemû karî le dił birdûme der, ẍeyrî xeyałî xoy
be carê dîn û îmanî wekû dił kirdûm matel
be ’eyyarî, le řûy hełdayewe perdey ḧeyaçûnim
le hawîna be tînûyî, le pê kewtim wekû xertel
leser kułmey be fîkirê gerdinî kêşawe, şamarî
ke dem dem, laserî sîḧrî bibziwênêt û bigrê mel
ecel herçend eka nagate min, îmřo becê mawe
quřî be gwê, heta ew řa eka, çatir debem meḧmel
be gwêrey xoşewîstîy, pêy ewê řacîPen name demaẍî wişk
ke yarî nazenînî, hedyeyî naka be yek ḧenzel