takû diłber tefrebaze, sûdî min nada demaẍ

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  119 views
takû diłber tefrebaze, sûdî min nada demaẍ
ẍerqî beḧrî sozî ’îşqim, geh le nawa, geh qeraẍ
demkujê ew, ya be tîẍ û neşterî zułfî keçî
ya be şimşêrî biroy cewhertikênî xoş sebaẍ
ta swarî řefřefî bextî bedim, bo řêy nehat
bo çime? bo derd û zamî dił ke řakêşim wiłaẍ
min kewa bê taqet û, leb wişk û bêzarim le xom
lêm geřê tawê bigryem, ey řeqîbî quřimsaẍ
dîde bê nûrim, le tarîkî şewî ẍem çon biřom?
ey senem! zułifit belanê, çake řewşen bê çiraẍ
çim nekird, çend sałe wa řêy weḧşetim girtote pêş
ba bizanim çon debê, emcare lêy bigirim wetaẍ
çawî bîmarî, eka řoḧî esîran şermezar
řacyaPen name, lêre û lewê, me’lûme toy dił piř le daẍ