dił le sayey zułf û xałit, bote xezney derd û daẍ

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  117 views
dił le sayey zułf û xałit, bote xezney derd û daẍ
her xeyałî xoy ebate ser gułî řût wek nesaẍ
çawwiçiř kwêr bû, le çerxî ’îşweta çawçiřkeme
çawî dił bałate, besme bo ’îber yek çawî saẍ
nêrgisî zerd û sipîm, fermanî diłtengîm eda
ta kirasî guł, beşaret heł’eka bo pîr wecaẍ
çend le bîrî xoşî toda, řaypeřandim bîrexew
ye’nî serbeste diłim, wek qametî serut le baẍ
’îşqî to meyxaneme, her soz û sazêkim hebê
herdû qonaẍim bewî ebiřim, le sê, ekiřim wetaẍ
seyrî em ẍewẍaye ke, çend bê bere, bê bendere
’îşq nûre, diłbere, zewqe, beheştî bê qepaẍ
dîmenî to bû, be sermestî le xoy dûr xistimewe
xom niqûm kird, mewcî em deryaye xistimîye qeraẍ
şêx ełê: em ’aleme bê şwên û řêye û şwênewar
xałe şêx! boçî le min wa tenge nabînim feraẍ?
ser le dû pêt řa’ekêşim, ta bekamî xom egem
ba le têkełkêşî wesiłit, piř bikem mêşk û demaẍ
maçî jêr taqî birot ger sunnete, ferzî mine
terkî nakem meykeşîy, bimkêşye kûrey qawecaẍ
şîrne tamî demit, eskencebînî hoşme
bo mezey lêwante, em sûte bîrem piř le caẍ
her wekû keşk, awesû bûm û, minałîş bûmewe
qûtî xałî erẍewanim, nek le çîney pîre zaẍ
takû řawey řûm hebê, peqlaw û şîrim boçîye?!
ta kebabî dił hebê, naxom piław û yapraẍ
ta le nazî lêwî to têr bim, le şaran nageřêm
qametî şilkit, xemî piştên şilanî girbidaẍ
kes ’îlacî derdimî pê nakirê, bêcge le xot
her etoy bo min şîfa û xoşî û beheşt û baẍ û řaẍ
nîweşew, hat û be şewboyî ke zîndû bûmewe
řojhełat, jîkoPen name, çiraẍ pê bû, kujandîyewe çiraẍ