îttîla’îm zore min, nusxey wîsałit bête pêş

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  100 views
îttîla’îm zore min, nusxey wîsałit bête pêş
ḧubbî xuldim zore min, çawey zułałit bête pêş
min nesîmêkim le subiḧ û nîweřoj û nîweşew
ta le zerdey řûmetim, baẍî cemałit bête pêş
’aşiq û řendim, le derganey xemit kewtûme kar
xoş, le meyxaney demit, camî ḧełałit bête pêş
sîne piř agir, geřîdey sozşî etwarî tom
ta eme xwaye fwarey çawî kałit bête pêş
’ezmî dîdarim le dił naçê, be merg û zîndegî
ta leser textey beşim, lutif û kemałit bête pêş
derdî bêdadim, be sergermî fiřêy dawim le cê
ba le musteşfay lebit, dermanî ḧałit bête pêş
da’îma ummêdewarî wesłî yarim, řacyaPen name
ba leser sînî řica, le’il û lu’alit bête pêş