le derî meykede dîtim, senemî badefroş

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  110 views
le derî meykede dîtim, senemî badefroş
zułfî řengînî leser kûpewe pêçabû le doş
baxełî, wek yedî beyza edrewşawe le dûr
diłî piř ḧesretî piř kirdibû, her lawe le coş
nazk û, xawenî duřdaneyekî nasufte
ke be piřnîşkê hemû tewnî tenî, dête xiroş
çi sefa sîne û pustanî hewaxwazî heye?!
ke leber şêweyî ew şoxe, ne dił mawe ne goş
le hemû la eyewê, dił hedefî tîrî bê
kes nebê bêtewe naw memleketî awez û hoş
seyrî newtûlî qedî, çende xeraman eřwa!
şengebî ḧeddî çîye? bête nezer ew be diroş
sozî cananî weten, agirî dû kułmî ewe
herçî fanosî dił û dîdeye kirdûye xemoş
simit û sê bende wekû goyê, be çap dabřejê
belekî herwekû momê, ke bisûtê şewî xoş
dem û lêwî şekerîn, le’il û duř û yaqûte
seruçawî le cînan, kewsere, sa heste binoş
pence zîwîne, çi nexşêk û behayêkî heye
bo serey mamłetî axo, çend debî şêt û peroş?
gerdenî, şûşe şerabêke le puřtew dapoşraw
kakołî wek şewî deycûre, peşêw û medhoş
îddî’ay dînî heye, bêçuwe musłimane, dełê:
bo çime tacî selatîn, çi deka not û qiřoş?
şahîdim gêsuwe, sa ermenîye, kurdî meye
xawenî came, le herlawe bibîne qerepoş
çi le tîfe, çi guł’endam û lebîbe û, şîrîn
řojî xawer bwete noker û seccade be doş
řacîPen name, îmřoke çi řendaneye tebyat û witeyAlternative Versions: řacî, îmřoke çi řendaneye teb’î şî’rî
ya le gwêy şêt û nezanan, eguşênê be siroşAlternative Versions: ya le řeẍmî cuhela, hatuwe dîwanî siroş?!