le cefa û matemî dûrî, be xuda bûme pełas

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  126 views
le cefa û matemî dûrî, be xuda bûme pełas
řojî şadîm bote merg û, ecelîş bote giłas
řewřewey meytî mine, ’îşqî dû çawî zîba
gořî efkarî mine, sîneyî xawî nesnas
řûyî diłdare bełê, cejnî xet û xał û xeyał
çawî bîmare bełê, dem be demî şukir û supas
sîne peykanzedey zułf û mujey tîrî ewm
dîde hełnaye leber taw û tirîske û leb û kas
pelewazey çibkem? gêjenî ẍem řêjenî da
nîme řizgarîy û derçûn, be çi burhan û qyas
ke pelamarim eda serkeşî şamarî kezî
qujbinêkim nîye mer biçme penay memk û kiras
desti’awêzeyî ew gerdine nabim, be xuda
her wekû dîtim û bûm têkełî sed deng û bas
’er’erî «mendelî»ye, «nûrîye» nawî, gułzar
lamil û gerdinî xoşboye, le řûy tewn û esas
řacîPen name, aware mebe çîke le tawî yaran
werewe baweşî ẍemxaneyî tarî diłî kas