çendim beserhat awekuł, çendim biřîn hewraz û lêj

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  126 views
çendim beserhat awekuł, çendim biřîn hewraz û lêj
çendim du’a xwêndin şewan, çendim eda bertîl û nwêj
çendim řyazet da be dił, çendim ekuşt newsî xeřo
çendim şikand nirxî giran, çendim diřîn hewraw û gêj
çendim leser na tacî guł, çendim be ba da çetrî ser
çendim nwandin gułřuxan, çendim fiřîn pyałe neřêj
çendim egirt ẍezalî sił, çendim le dawa derpeřîn
çendim firoştin newcewan, çendim kiřîn aştî neçêj
çendim geyandin xał û pił, çendim meyandin sîmber
çendim guşîn balorezan, çendim mijîn ḧeyranebêj
çendim geşandin sewze çił, çendim werandin pelk û ber
çendim xewandin baxewan, çendim çinîn şemamenêj
axîr, beden bû sist û şil, hîwam nema řacîPen name le gel
dîn û diłim dana le ban, xom û xemî dûr û dirêj