çawekem, çawenuwařim çi be kuştin, çi be cûd

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  115 views
çawekem, çawenuwařim çi be kuştin, çi be cûd
bêkes û řût û řecałim, serî ḧesret le sucûd
ulfetê ba bigrîn pêkewe, ey nazk ten
be def û şadîy û ’uşret, be mey û mestîy û ’ûd
şahîdî ḧałe, xuday ’alemî her kewn û fesad
le diła naçîye der, řojî ḧîsabat û xilûd
’adetî ’îşqe serî řastîy û řoḧî kerem
nałeyî weḧdet û eşkî tełeb û zîkirî wedûd
çi mepirse to le em zahîde dinyadare?
îşî řêkxistuwe sa ya be diro, ya be dirûd
ey senem, êste meger ḧurmetî řoḧim egrî
tenî cê hêştuwe, hênawye diłîşim be wirûd
wekû řacîPen name, serî êware heta bangî seḧer
hełdekêşim qebesî ah û, to natirsî le dûd!