leb û kułmet be barê nazewe, em xałe heł’egrêt

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  103 views
leb û kułmet be barê nazewe, em xałe heł’egrêt
’eceb mawim ke cennet bulbulî berdawe, qel egrêt
le dawî perçemî gîrodeye dił, çeşnî eskender
bełay em dawe bazî girtuwe, lay waye mel egrêt
keçeł xoşbû be naz û nî’metî dunya û mafîha
demaẍî saẍe, daẍa! řêgeyî merg û ecel egrêt
serî zułifit, sipêrî xiste etrafî binagoşt
çi cengî leşkirêke qaymey kêşawe, kel egrêt?!
kesanî bê ser û gwê, pałewanî ’uşret û şadîn
xuda? bo ’aqił û zîrek, le xoy bêzare çel egrêt!
be ẍem dê demkujê ew diłbere şîrîne řengîne
ke nazanim be xeşme, ya diłî naya bedel egrêt?
le gerd û barî dûrî, mat û sergerdan û diłtengim
eger tîẍî mucewher ḧurmetî negirin, çepeł egrêt
leber çawim kewt bextî ḧebîbem, wek telî’î xom
denî xû şêrî nawê, ḧurmetî řêwî deẍeł egrêt
be camêkî wîsalit tînuwe, dem wişke, dił daẍe
ke řacîPen name derdî derman nakirê, bê mey kesel egrêt