zor zeḧmete derçim le xemî fîkirî biławit

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  121 views
zor zeḧmete derçim le xemî fîkirî biławit
her kuştine pîşey dem û seyyareyî çawit
řeḧmê bike tînûme, le dûrî to nexnikêm
têrim ke le şekiraw û mey û nuqił û guławit
xełkî hemû şadin le beraber nezerî dost
min bendî giranim heye, bem xencer û dawit
dił derçû le sîney minî mîskîn, be temennat
hatotewe naw gułşen û laley neçnawit
bem xałewe, řût mektebî piř nûrî kiçane
sayey besera xistuwe murẍoleyî xawit
řoḧ, bote nemamêkî teř û wişk û biř û ziř
řiskawe be qetrey ’ereq û camî şikawit
řacîPen name! hewesî řendî û bêbakî û hîmmet
me’lûme, le derçûnî dił û sîngî diřawit!