pêşekî

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 3 minutes  1663 views

pêşkeş bo

ew şox û nazdarane ke cwanîyan wek tîẍ nabřê, wek çira pêş çaw rûnak ekatewe!

 

sereta

«beheşt û yadgar» komełe şî’rêke le dîwanekem seranser legeł babetekanî cwanî û diłdarî xerîke. hełbestî way tyaye bîst û pênc sał, bełkû zyatir lemewpêş danrawe, herwekû hî çend mangêk lemewberîşî tyaye. beşî zorî konekan be weznî ’erûz û kurdîyekî konî têkeław be zimanî bêgane nûsrawin. uslûbîşyan kone yan wek hî «salim» û «nalî» leser pê‌wişwênî ẍezel hełbestirawin, yan ew core uslûbeyan tya kirawe be sermeşq ke mamosta «m.nûrî» û hawřêkanî le edîbe tazekanî turkî ’usmanîyan wergirt û le serdemêkî sinûrdara -1920-1930- şî’rî kurdîy nawçey silêmanî‌yan pê taze kirdewe.

em konane zorbeyan, be nawî yadgarî konewe, kirawin be beşêkî cyawaz, xirawnete lay dwawey em namîlkeyewe. bełam gelêkyan lebarî serincî nirxî edebîyanewe dyare bepêy boçûnî xom‌ legeł tazekan têkeł kirawin.

şî’re tazekan be weznî pence ‌-‌hîca- hełbestirawin ke herçend şî’irdostekanî kon be xwêndinewey ranehatûn, bełam leber ewey weznî taybetî neteweyîmane û legeł xesa’îsî zimanekeman çatir rêk ekewê, be pêwîstim zanî le mawey teqelay edebîy xoma, rojberoj berew layenî bekarhênanî em wezne biçim, ta lem çend sałey dwayîda weznî ’erûzim be tewawî, -lam waye bo êcgarî- berełła kird, meger pêwîstêkî handerî taybetî rû bida.

her wekû witim ta çend sałêk lemewber be weznî ’erûz şî’irim wituwe, be weznî penceş le zor konewe, bełkû legeł weznî ’erûz şan‌be‌şanî yek, destim kirduwe be hełbest‌danan. emaneş le dabeş‌kirdinî naw dîwanyana, zortir babetyan, nek uslûb û wezin û ziman, xirawete ber serincî bayex. leber ewe rêgay here çak bo cwê‌kirdinewey taze û konyan, wirdibûnewe le ziman û luẍetî pênûsînyan raspêrî ekem, heç hełbestêk wişe û terkîbî ’erebî û farsîy zor tya bê, be endazey ew zorîye, kone, pêçewaney eweş dyare pêçewaneye!

dwayî, le katî nûsînewe û amadekirdinî em namîlkeyeda bo çap, le şî’re konekanda hendê wişe û te’bîrî çewt tûş hatim emtiwanî byangořim be wişey kurdîy petî, yan be çeşnêkî pesenditir û diłgîrtir destikarîyan bikem, bełam eme, lebarî serincî ew kesanewe ke be şwên lêkołînewey te’rîxî edebî kurdî û çonyetî geşeskirdin û gořanî zimanî kurdîda egeřên, zyanî zortire le sûd, ba bêzarîy xoyşim lewlawe bwestê le teqelay şardinewey xewş û natewawîm be çeşnêkî le endaze beder, bełkû le sinûrî endazey têkoşînî xełqî‌tirîşa. leber ewe biřyarim da destî destikarîyan kem û zor bo dirêj nekem û her wekû hen û bûn byanxeme pêş çawî xwêndewaranî xoşewîst!