îşarey nazî çawî, nefî û îspat

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  116 views
îşarey nazî çawî, nefî û îspat
wekû mûsa, diłî birdim be mîqat
be bizmarî mujem, qaym dekem dił
le sirwey baxî piř esrarî bałat
dexîlî çawekanit bim leber çî
ebey tałanî řûḧim bo xerabat?
řuxt guł, qametit ’er’er, serit şew
diłit berd û, mujet tîr û, birot lat
şikandit can, be şîrî naz û lence
řifandit dił, be bazî çawî şehlat
henasey min le damên ’eskerî zułf
le pêş çawî řeqîban bote ałat
ke sînem kird hedef bo tîrî dujmin
be mergî to qesem, nembû muxafat
ke nûrî řoj ebexşê, xałî tarîk
ebê çon bê le ufqa řût ke hełhat?
lewî zêtir nebû ummêdewarit
feqet řacîPen name, nebû carê mwasat