dinya çilon nwandî şor û newaz û awat?

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  124 views
dinya çilon nwandî şor û newaz û awat?
layê be şîn û giryan, layê be řeqis û sabat
yek aqił û syasî, yek cahîl û piřupûç
têkeł buwe hemû şit, le şaran û le dêhat
yek tałîbî jin û mał, yek ma’îlî nîfaqe
yek zor bexîl û ałçaẍ, yek ẍerqî naw sexawat
yek ’abîd û hunerwer, yek bê ḧeya û mufettîn
yek saqîy şerabe, yek têçûyî xerabat
piř xewş û xem zemane, řazawe herçî řûxa
řûxawe herçî řaza, meqsed kiraye heyhat
bulbul be ax û nałe, řêwî be destî kołî
hemû her çûne benda, ta gurg û mar û małat
řacîPen name, qesem be qur’an, delîlî çak emanen
xuda ke bê şerîke, dirust eka çi ḧez kat