serdanewe

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  494 views
şewêk çawêkî xom cêhêşt
le tarîkîda, bo melêk, nabîna bû
řojêk destêkî xom cêhêşt, le dway şeřê
bo dirextêk ke destekanî qirtabû
carêk qaçêkî xom cêhêşt bo řêgayek dway borduman, ke qaçekanî nemabû
serdemê çû, serdemê hat
mel hatewe bo serdanim û
bał û asmanêkî şînî damê
dar hatewe bo serdanim û
řeg û xoşewîstîy sewzî damê
řê hatewe bo serdanim û
kilîlî dergay dwařojî sipîy damê!