çawekanit

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  719 views
be řêbwarî
be lay şewêkda têpeřîm,
bangî kirdim û le xoyda gilî damewe û
ledwayîda bûm be êşêkî firezenî.
be řêbwarî
be lay zêyekda têpeřîm,
bangî kirdim û çûme nawî û
ledwayîda
bûm be temêkî damenî.
be řêbwarî be lay kejêkda têpeřîm,
bangî kirdim, pelî girtim û çûme serî û
ledwayîda
bûm be sêberî dewenî.
be řêbwarîş
be lay çawî şînî toda bû têpeřîm,
bełam îtir ewqî sîḧrî xoy kirdim û lewsakewe
lenawyam û bûm be tendûre û gêjenî!