bazgeştî eḧmed paşa le řew

From the Book:
Dwanze Swarey Merîwan
By:
Piramerd (1867-1950)
 5 minutes  621 views

xeber geyşte eḧmed paşa ke wa leşkirî êran geyye merîwan. dîwanyan girt, wityan kesman la nîye we leşkirman biławe, ba řewî bo bikeyn bo gełale, ke leşekir ko buwewe, edeyn be seryana. leser ew biřyare xoyan gird kenewe bo řewe.

ew beyanîye esp bo şa zîn eken ke biřon řewî bo biken. meyter esp le tewîle dênête derewe. esp dest eka be çepokan û neřeneř. meyter qînî hełdestê leber xoyewe dełê şîřeşîřî çîte wa dezanî bo meydandarî swarit debin? em xełkane řa deken! ew deme eḧmed paşa ba em twancey eda be gwêda. bang eka: meyter! esp bêne, řew nîye. pê enête awzengî, řû dekate supa û be dengî berz ełê: mirdin mirdine. ling bizawtin çîye? ta em sere ser bê, pişt nakate duşmin. ya ’elî! dey swar bin. merîwane, řojî meydane, ne’retey diławeran awzengî lê eda û řû ekate baske dirêjî qeymase. ebînê wa deste swarêk dyarin, swar le pêşewe zirê û kiław zirê û dest û qoçaẍ û çwar awêteyan edrewşêtewe.

mamend mîrawdelî û swar aẍay biłbasî le pêşewe lawkî şeřî qayxanî dełên û selîm beg şîrî ḧemayl kirduwe. destî çepî be ciłewewe û destî řastî leser kemerbendî qebze nuşteyî betehewrêkewe çawî biřîwetewe tarîder, deyewê be zehrî çaw ew kêwe hełkenê û bida beser duşmina. cwamêr aẍay řengêne -ke dełên piłingî çing be xwêne- qilyanî tê kirduwe. dûkełî tendey wek batme simêłî lem la û ew lay seryewe ba deyşekênêtewe.

paşa ke eme debînê ełê şerit bê meyter xełat bikem. eger êsta min řam bikirdaye û emane wa řûyan kirdote leşkirî duşmin û geřanewe ebwaye min çîm bikirdaye?

înca eḧmed paşa be hêwaşî egeřête dwawe û bang eka tepłî şadî lê biden. em ’ezim û řezme lem deste swareda debînim fetiḧ û serkewtine.

neqareçî dest eken be girim û hûřî tepił, awazey tepłî şadî bew fênkî beyanîye eyda le şaxî kevû, dengî edayewe. ke selîm beg gwêy le dengî em tepłe ebê û eynasê tepłî eḧmed paşaye û niqamî fetḧe, egeřêtewe. be xoy û yazde swarey hawřêyyewe, leser řêda ewestin, ke debînê be řast wa eḧmed paşay birazayetî serî sûř emênê. le xoşyana hîç qîn û girjîyekî namênê. ke paşa egate řastyan hemû gerdinkeçîy bo eken. paşa ełê: her wek pêş kewtin yaxwa hemîşe her pêşkewtûtir bin. de biřon êwe pêşdarin. ême xo xême û baregaman legeł nîye hemû sełte swareyn. bo êware debê yek sełef bigeyne merîwan. şew qełay merdane. biřon le penay yezdana bin. selîm beg em qumandeye wer egrê awzengî pya dênê. hemû eyken be toz, tê epeřn.

demî řoj’awa, nizîk be ordûy êran, le nedîwî bose dexon. nizîk bangî şêwan, supay ber û dway paşayî seretayan der’ekewê. aramga bo paşa řêk exen ke şa dadebezê û kemê mandûy eḧesêtewe, efermiwê: be selîm biłên îmşew mîwanî ewîn. nan û alîkî ordû peyda ka. selîm begîş ełê: be çawan, bełam êsta le xakî êraqîn. řahuřesmî êranîş emeye şew se’at sê nan exon. êmeş le se’at sêda hemû fermûdeyek be cê dehênîn. selîm beg bang ekate ekirem û eřwanin ekirem dyar nîye, xeber ezanin nîw se’at lewepêş be pyadeyî řoywe takû hendê bedgo biłên xoy şardotewe, selîm beg tê dega ke be tenya çuwe ke çend û çûn û řê û şwênî duşmin taqî bikatewe.

sa çend deqîqeyekî pê deçê, ekirem egeřêtewe. selîm beg lêy epirsê le kwê bûy? ekirem ełê xom çûm dewran dewrî ordûy êran geřam hîç be xeyałma naye ke duşmin bwêrê řûyan tê bika, bê bakane hemû le aheng û bezman.

inca selîm beg ełê: birader! min û to ewweł awłîmane. çî lem leşkire dełêy û çî bikeyn? ekirem dełê: paşa le qeymase nukteyekî fermû: «şew qełay mêrdîye». min wa be çak ezanim ta ser le êwareye û şipirzey nan û alîkin, şitêkyan pê bikeyn. ke kewtine nîweşew ekewne agadarî, ême dwazde û ewan dwazde hezar, bikewête řûnakî û bimanbînin lêman natirsin. ta şewe û êsta şipirzen pena be xwa ba têyan hełkeyn.

selîm beg eme pesind eka û hîç řanawestin enêrin le neqařexane dwanze tepił ehênin, be qełpozî zînda day ebestin. swar ebin řû ekene leşkirî êran. nextê le aramga dûr ekewnewe, kanî û awêkyan dête řê, ekirem ełê ba dabezîn destinwêjêkî pak bişoyn û nwêjêk bo xwa bikeyn û bipařêynewe. da’ebezin nwêj eken û le xwa epařênewe û swar ebnewe, inca ekirem řû ekate selîm beg û ełê: qurban leşeřda pîşey to çone? şîr le çi cêgayekî duşmin edeyt? selîm beg ełê min ta êste şîrim le serî duşmin dawe bełam bo çî epirsît? ekirem dełê: emewê kirdar û kuştarman dyar bêt, ke wa bê min leser şanî çep edem ta kuştarî herdûlaman der ekewêt. dway eme dabeş ebin beser dwanze qoła û le dwanze lawe girmey tepił û ne’rey merdan û bangî aman aman têkeł ebê.