řaweberazî dwanze sware le şarezûr

From the Book:
Dwanze Swarey Merîwan
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  737 views

beyanî pêş bang, ekirem ke le dîwexanî selîm begda nûstibû, ew şewe le xoşî ewey ke letek selîm begda deçin bo řaweberaz xewî lê nekewtibû.

dêne derê bo ewey bizanê şew çi wexte, ebînê wa ko û terazû leser girdî dargoyjekewe gwêyan kêşawe û melayş xoy lê amade kirduwe seła bika.

ekirem dê derga bikatewe ke biçê bo mizgewt, selîm beg xeberî ebêtewe: epirsê ewe kê bû dergay kirdewe? ełê: mîwaneke bû. îtir selîm beg nanwêtewe û dête derê bangî meyter eka. ełê: espekey xomim bo zîn biken û řêşanîş ke zor hêmne bo ekiremî amade biken newekû zor swarîy nekirdibê ba swarî řêşan bê. we witî: ew pyawe pîreş heta min dêmewe xizmet û çawdêrîyekî başî biken.

selîm beg eçê desniwêj eşwa, ta le nwêj debnewe. ekiremîş dêtewe de swarekey keş be swarî leber derga ewestin. hemû nawî xway lê ehênin û swar ebin.

selîm beg be her layekda çûbê, tepłî taybetî xoy buwe, bełam ew řoje dełê tepił lê meden ta le şar deçête der newek paşa agay lê bê kewa eřoyn.

hemû leser xo ekewne řêge û le pird epeřênewe û řû ekene qeymase. deme demî çêştengaw leser sedekey seraw, sûke qawełtyek eken û beřê ekewn û le serçawey qumaş řadewestin. cwamêr aẍa řetî swaran dademezrênê û zułał aẍaş be dengêkî zułał munacatêk dexwênê û řû dekate bîşey çułmek le pêşda leber demî daraẍada û řewmirqeyan kird. yekane hemû belese bûn. daraẍa be ẍeddarekey nawdarîyewe hełmetî bird. ẍeddarey geyande biřbiřey piştî. le piştewe yekaneyekî tir pelamarî da. cwamêr aẍa çawî lê bû. řimbêkî zerg kird. řim çeqye piştî yekane û yekane řay ekird û řim be piştîyewe elerîyewe. înca beraz be yekane û malos û çoxebazełewe ser berew jêr milyan na bo qurnas.