şeř destî pê kird

From the Book:
Dwanze Swarey Merîwan
By:
Piramerd (1867-1950)
 5 minutes  762 views

ba carê ewan lew hera û huryayeda bêłînewe xoman bigeřêynewe ser ew serdeme ke ekirem beparêz le pêwşiwênî ordûy êran geřabû. neşarezay ew mełbinde bû legeł eweşda ke nizîk be qeła ebê le şwênêkewe biřoyn wek ême ta ewan negene merîwan pêman nezanin.

êmeş ebê le nizîkewe biřoyn ta deçîne bin destyan nemanbînin. carê qełake xoy sexte berî lay êmeş golî zirêbar girtûyetî, em gole řêy êmey bestuwe, eger bêt û pişt bexwa ewan bişkênîn řêy řakirdinî ewanîşî teng kirduwe. seyrî zat û azayetî merdan biken be dwanze kesewe çawyan le şikandinî duşmin buwe, witî: bo ême yek řê pena heye ewîş «kołan»e. kołan řêgeyeke wekû kołanî «îzbe», ta negeyte ber qeła natbînin.

ke geyşitye dawênî zirêbar, le «yengîce»we beser «sêw»da lew tungetungey ber kołanda bose bixon. piştî kołan şaxêke hîç baweř meke ke ewan neyangirtibê. lew kêwe leşkiryan damezrandibê zor siteme ême bitwanîn tê peřîn. ebê hemû layekman û paşayş ke geyşte berewe bêdeng û bêseng ke hestiman neken mołe bixoyn ta şew besera dê. ewsa bende û ekirem û çwar swarî tir, yek dû se’at le pêş şebeyxûnda, dewrî zirêbar bideynewe yekêkman le «dołaş» û «nê»yewe, dûhem le «beyêłe»we û sêhem le «mûsk»ewe, çwarem le «daseyran»ewe amadeyn ta min û ekirem degeyne piştî kêweke û piştyan lê egrîn, ewsa ke dengî tepłî êmetan bîst û ne’rey ekiremtan hate gwê, xot le pêşewe be taw, be řêy kołanda le naw cergî duşminewe her şeştan hełmet berin, biden be seryana ew leşkire zorbeye ke nardûyanete ser kêweke biř ebin, ke em heraye bibînin nayene xwarewe. selîm beg em řa û destûrey zor la pesind bû. hêcgar ke selîm begî be merd dana bû, bo xeterî hełbijardibû pêy xoş bû, eme destûryan buwe. ke bem řenge damezran û ekirem û cwamêr aẍa geyştine şwênî neberd, cwamêr aẍa dengî zor xoş bû, munacatêkî be dengî berz xwênd. ekirem coşî send û řast buwewe. ser awzengî ke ne’reyekî kêşa be carê dar û berd û şax û kêw dengî dayewe xurpe kewte diłî orduwewe. ême wek êran qałêyn :«zihirh şikaf şidindPersian». bełam zor daçłekîn û peşokan û hatin be yekda. ew şwêney ke ekirem û cwamêr aẍa geyştibûnê le selîm begewe tîr hawêjî dûr bûn. selîm beg be ser swarîyewe amade bû. gwêy bo em ne’rey merdaneye girtibû, ke dengî ekiremî hate gwê hênaye hîwa û hełmet. le xoşyana ewîş ne’reteyekî lêda her dû seda beramber be yek, dengyan dayewe û mijdey serkewtinyan geyande gwêy eḧmed paşa. inca selîm beg day le tepił û kirdî be gerdiş.

herçend awzengî le espe řeşî sê tenge da’ehêna, kořey esp û teqey nałî połay berdî ew şaxe agirî lê debuwewe... paşaş ke emey bîst û bînî desbecê bangî kirde neqarexane û keřena bête girme û xoşî. swar bû. ta řwanî le pêş demyewe kesî nedî. biruskey çexmaxey nałî wiłaxî swaranî le naw cergî duşminda dî, řûy kirde asman û pařayewe witî: xwaye, şeřî labelaye û ewan be serman hatûn, desgîrî damawan toy.

xerîk bû be şwênyana biçê nayb û pyawmaqûłekan neyanhêşt hate ser girdeke gwêy girt her le «kanî sanan»ewe be dewrî ordûy êrana girmey tepłî neqarexaney xoy û ne’rey dwanze swarey dê. lawkî şeřî qayxanî dîsan hate gwê, bangî kirde succadeçî başî, bermałî bo hêna. dabezî serî naye sucdewe, taqende kêşêkî çak ser heł nebřî, ke serî berz kirdewe bangî kirde başçaweş û daraẍa, ke dengî leşkir biden, řêy řakirdinî ordûy êran bigirin, şikan û xirapîş şikan, be şipirzeyî nazanin řû bikene kwê. başçaweş, supasalarî ew dewre xalîd begî mîredê bû qedarey başçaweş legeł şimşêrî selîm begda hawşanî dekird, meşhûr bû carêk lay «warmawa», yekaneyek belese debê, xalîd beg heł ekutête ser yekane û qedareyek eda le gazerey piştî le jêr zigyewe dête derê... ew qedareyey hełkêşa, kewte ber leşkir. bangî kird: kuřîne! şewêke û îmşew lew řojewe ke xwa em xakey aferîde kirduwe ta îmřo şeřêkî tirî way tya nekirawe, seretay siruştî kurd hêşta azayyekî way tya nenûsrawe, selaḧedîn be ordû û supawe, înca serkewtinêkî way bo řê kewtuwe, ême dwanze swarman em orduwey pêçayewe, herçen ta em qende kêşe qismet beşî êmey tê nexsituwe, bełam wa norey çak kewte ber ême. fîday dest û şimşêr û şan û bahûy dilêrtan bim. be xwa ezanim zor kiftî řêgen û yek sełef û serřew le qełaçwalanewe îmřo geyştûnete êre û mandû û birsîn, bełam ẍîret emane lebîr ebatewe, şeypûrçî! dey fîday keřenaket bim. pêş kewe, pêşkewe, kuře gel! wa řoyîm, dwam kewn. emey wit û awzengî pya hêna... înca ẍulẍuley tepił û guřey neqare têkeł be nałey «serderke û mał bispare» bû... be řastî swarey bebe ew şewe karêkyan kird êstaş be dastan eygêřnewe.