le bîrim meke

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 6 minutes  2737 views
weham bîstuwe serdemî pêşû
le gewre şarêk nazdarêk hebû
kiçêkî qît û qoz û kełeget
şakarî dest û nexşî tebî’et
şox û lebar û cwan û řeza sûk
leřast řûy deçû abřûy gułûk
diłteř, meşref xoş, zar bepêkenîn
şil û mil, esmer, nask, nazenîn
dîdekał, lêw’ał, bisk sê bengî
xałî ser kułmey řeştir le zengî
memk xiř û tund, sîne nerim û pan
gerdin dirêj û çene kurt û cwan
key gezo şîrin wekû demî bû
kengê beřeza wek perçemî bû
mang le ast henyey şermezar bowe
biroy dî hîlal xoy lebîr çowe
cergî debřîn tîrî bijangî
diłgir bû biskî, lûs bû, lacangî
zendî goştin û şûş û nerim û noł
belekî xiř û piř û sipî û soł
çenegey xiřî wekû goy zêw bû
berxebebekey wek şekiresêw bû
xełfî şořebî û mendok û bîza
leber ew bała berze defîza
naz û kirîşme û lence û larekey
piřî kirdibû hemû şarekey
cwanî wa kem bû leser zemînê
kem dayk kîjî wa cwan debînê
le şara heçî hebûn kuř û kał
ledûy ew şoxe bibûne ’ewdał
lêyan girtibû gwêswane û řêbaz
kiřyar gelêke bo kiřînî naz
wek mangî cêjin lêyan deřwanî
pêyan hełdegut beste û goranî
bełam le hemwan dawxiwaztir lawêk
bû, ke nedejya bebê ew tawêk
gîrodey kirdibû bebsikî xawî
dêwaney kirdibû besîley çawî
awřî awrî le dił berdabû
nazî werhemî pê hełênabû
wextabû bimrê bo maçî lêwî
ya wekû şêtan řû bikate kêwî
neymabû hoş û hedadan û xew
oqrey biřabû beřoj û beşew
qisey diłsoz û dostî nedebîst
le dinyay řûnak her ewî dewîst
le diłî berbibû agirî bê aman
destî berdabû le mał û saman
şêt û şeyda bû, hoşî nemabû
agay le ḧałî xoşî nemabû
şîn û giryan û řořo bû pîşey
her bîrî ew bû yadî hemîşey
nahumêd nebû destî berneda
ta ew nazdarey bo hate ředa
behar bû dîsan xemłî wek beheşt
mêrg û lapał û benden û pêdeşt
kanî wek dîdey awaran piř coş
şine wek pişûy nazdaran bonxoş
guł pişkût, bilbil wewrînge kewt
kew leser řewez hełî girt řewt
mêlaqe badey awingî demişt
şillêr firmêskî şadî hełdeřişt
xunçe daydiřî berokî kiras
le xîz hate der çûzełe řêwas
bon û berame û heway beharî
’îşq û hewes û mestî lê barî
behar ke bezmî tebî’et germe
diłî nazdarî bê bezeş nerme
bełênî pê da kîjołey çawciwan
le derî şarî boy biçête jwan
lawî diłsûtaw geyşit be’awat
ke ew nazdarey bo le jwanê hat
awêzanî bû, girtî le amêz
gûşî bebahoy merdaney behêz
řaymûsî lêwî şîrintir le qend
le destî hałand kezî wek kemend
gûşî memkołey wek zerde lîmo
biřa, lakewe, meke, eyeřo
deyankird yarî û desbazî û gengeł
yektiryan degirt le mêz û baxeł
dirêj debûn û hełdestanewe
lenaw şênkeda detlanewe
lawî tamezro, kîjî gerdin kêl
swêsne û beybûnyan dekirdin pêşêl
řêktir dekewtin bo em la û ewla
qaneqdîley yektiryan deda
sêber şoř bibûn, êware dahat
ax le xoşîda zû řadeka kat
herçend le dînî yektir têr nebûn
naçar bûn hestin berewmał bibzûn
şil şil dageřan bo dem řûbarî
ta pêş tarîkan biçnewe şarî
leser kendî çom řawestan tawê
kiç dîtî lenaw nêrîney awê
çepke gułêkî wekû pitî xwên
gutî ay cwane! ewe gułî kwên?
birya hî min ba ew gułe sûre
ḧeyfe kewte naw ew şît û şûre
hêşta qisekey nekirdibû tewaw
ke diłdarî şêt xoy xiste naw aw
be peleqaje gułî hêna dest
hawîştî bo lay kîjî dîdemest
gutî ey yarî jîkełe û jîrim
hanê gułeket meke le bîrim
gêjaw lûlî da, şepoł nuqmî kird
xuřênî çomî kelakîşî bird
tomarî jînî kurtî pêçrawe
ew tenya řoje xoşey bo mawe
sardî kirdewe çomî sard û siř
diłî piř hest û piř biłêse û giř
ke ewey bînî kîjî şeng û şoř
lewê řanîşt û kirdye zîř û hoř
qijî řinînewe day le sîngî xoy
berokî diřî quřî pêwa boy
lewê hênd girya heta bû şełał
be daremeyt birdyanewe mał
heta maweyek dij û weřez bû
kem kem diłdarî pêşûy lebîr çû
yekî tirî girt le kuřanî şarî
serlenwê destî kird bedłidarî
jîn řanawestê, hewes namrê
diłdarî legeł mirdû nakirê
zîndû pêwîstî behawdem heye
bo mirdû mirdin, her efsaneye
ta xwên bibziwê, tezûy bê, hewes
bê cût dijware jyan bo gişt kes
ke wîstit diłî cwanêk řabgirî
debê boy bijî, nabê boy bimrî
jin pyawî dewê, pyaw deyewê jin
hezaranî waş bê seruşwên bin
bo jîn pêwîste leşî germ û guř
nek ała û kêl û giłko û berd û quř
le yeskî řizîw wernagîrê kaw
bê kaw dijware jînî jin û pyaw
tê negeyştibû diłdarî bê hoş
ke kiç zû kuřan deken feramoş
hîç kes bew kare nałê azayî
xo bekuşt bida pyaw bexořayî
xoy be’aw dada bo hewesî çûk
pêy wabê paş ew kiç nabê bebûk
kesêk deyewê qet nekirê le bîr
nawî lapeřey mêjû bika dagîr
xełg bemerdî û azayî û pyawî
heta hetaye her berin nawî
bibê bemayey serberzîy komeł
boy dirust biken paş mirdin koteł
le řîzî gewran nawî binûsrê
set şê’rî başî pê hełbigutrê
cêy şanazî bê bo netewey xoy
gořî mezar bê, kiřnûş berin boy
xo fîda bika bo gel û xakî
nawî nemre bepakî û çakî