karwanî xebat

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  1793 views
zerde peřî, sûr bû aso
xerîk bû sêre hełgîrê
lebatî qaspe qaspî kew
dehat qirimjinî şêst tîrê
***
awrî berdeda le benden
giřî xumpare û bazûka
kam guł geş bû, kam gya şilk
bew biłêse hełdeprûka
***
dawesta lew xiř û şîwe
dûkeł û bogenî barût
nemamî nask û sawa
bedesřêj debûne bizût
***
deyşêla hełałe û swêsin
nałçey potînî janderim
nêrkî bîza û mendokî teř
depeřîn begulley germ
***
kêwî le ḧewt kêwan teqîn
heło day le şeqey bałan
kerwêşk temałî hełgirt
řêwî xuşî bo kendałan
***
kotre şînkey qedî şaxî
lûr bûnewe naw eşkewt
swêske le bin piniçk xiza
çoleke le cirîwe kewt
***
xoy le řendołan hełkêşa
le tirsan mar bepelepel
le peř peřoçkey asmanê
dyarî da tarmayîy xertel
***
her çwar teniştî gîrabû
le sengerêkda betenê
ew lawey bełênî dabû
heta mirdin çek danenê
***
pişû swar û gerû wişk
germ bibû çekî destî
bełam hêşta nelerzî bû
diłî piř le hîwa û hestî
***
herçende ałqey gemaro
her wa dehat tengitir debû
estêrey hîway dedrewşî
ta wext direngitir debû
***
pendî kurdaneye û kone
ke şew qełatî mêrane
herwa tarîkan peyda ba
diřî pê dedan şêrane
***
řûnakbîrêkî ta îmřo
deçû berew asogî řûn
êsta hîway be bûlêł bû
bo le gemaro derbazbûn
***
biłêsey da lûley çekêk
têk hełgiła lawçakî kurd
efser yek bexoy qîjandî
bih pîş bih pîş gilulh xurdPersian
***
lebin pesîwan derpeřîn
hêzî řeş û ehrîmenî
dêra bexwênî şehîdêk
«kurdistan» mêrg û çîmenî
***
dîsan xwênî qaremanêk
nexşandî řêgay řizgarî
dîsan lapeřeyekî řeştir
kewte ser mêjûy zordarî
***
dwa nîgay biřye lay aso
bemoleq řawesta çawî
şinebay şew hat estiřî
wek pencey cwanêk cwanawî
***
lenaw xwênda detlênewe
lawî bezîpik û besbat
bełam herwa deçête pêş
bê wiçan karwanî xebat