zincîrey xwacekan
From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
6 minutes
565 views
xuday gewre be ḧeqqî nawî e’zem
be nûrî seyîdî ewladî adem
be sozî sîneyî siddîqî gewre
be selman û be qasim her be dewre
be şay leşkirişkên keřřařî ḧeyder
be zorî qoł řuxandî derkî xeyber
le meydanî ẍezada «zulfeqar»y
be ’îzra’îlî, mergî lê debarî
be taze serwekey baẍçey nibuwet
çiřay řûnî şebustanî fituwet
ḧesen ew řêbwarey řêy îlahî
şeqî hełda le textî padşahî
be newbawey gułistanî řîsalet
be şořeswarî meydanî besalet
ḧuseyn ew serwerey bezmî se’îdan
supehsalarî sertîpî şehîdan
be nûrî çawî zumrey ehlî bîneş
le nawyan na medarî aferîneş
’elî kunyey ke «zîn al’abdînArabic»e
kewa nutfey ḧuseyne û fexrî dîne
be kanî safî dîn û menbe’î nûr
le xezney feyzî xwada buwe gencûr
miḧemmed baqre kêwî mefaxîr
leber zanînî nawyan nawe baqîr
be ḧeqqî «micim’ albiḧrînArabic»y enwar
ke siddîq û ’elî boy bu bune yar
be ḧeqqî ehlî beytî fexrî ’alem
dirişt û wird, jin û pyawyan be sercem
yekî keştî zilî deryay yeqînin
be ’îzzet piştîwanî řûy zemînin
be sermestî pyałey lamekanî
ełên ẍewwasî deryayî me’anî
ke meşhûre be nawî qutbî bustam
leser em xetme îtir şoret û nam
be mestî «bwalḧisinArabic» lew camî ’îşqit
be tertîb kewte ser adabî meşqit
be ḧeqqî bû’elî ew qutbî fayîq
be xwace yosif ew ẍewsey xelayîq
be «’ibdalxaqArabic»y elburzî temkeyn
îmamî pêşewayanî řehî dîn
ke pêyêkî nena ferxunde exter
be ẍeyrî şwênî pêy pakî peyember
be ḧeqqî xwace ’arf kanî me’na
be meḧmûd ew şehey îqlîmî dana
be temkînî ’ezîzî pîrî «nisac»
geyandye çerxî bała goşeyî tac
beḧeqqî xwace babayî simasî
ke bibwe řojî burcî ḧeq şunasî
emîr seyîd kelalî pîrî kamîl
ke ẍeyrî fîkirî xway nekewtote dił
beḧeqqî pîrî pîranî buxara
ke bew bû sengî xara zeřřî sara
«biha’ aldîn waldinya miḧimdArabic»
ke em řêgay hîdayey kird mucedded
bebê neqşî emende ser biłinde
le towe nawî şahî neqşibende
ewende karî ’alem bew řewaye
xîtabî xwaceyî muşkîl guşaye
be qutbî ḧeq «’ila’ aldînArabic»y ’ettar
ke bew dekirêtewe zor qufłî esrar
be pîrêkî ke çerxî pê dirawe
bewe, ye’qûbî çerxî nawnirawe
be ḧeqqî abřuyî pîrî eḧrar
ke zîb û zînete bo meslek û kar
biłêm çî min le ewsafî kîřamî
wehay pê wutuwe mewlanayî camî
meqamî xwace jûr wehim û gumane
le bałay ḧeddî teqrîr û beyane
diłî deryayî esrarî îlahî
tinukêkî ewe le mang taku mahî
be xwace zahîd ew pîrî sefa kêş
be řuḧ bexşîy mewlanayî derwêş
be ḧeqqî xwaceyî řojî bîdayet
nwandî durcî esrarî nîhayet
be řojî asmanî ercumendî
xîtamî xwacekanî neqşibendî
ke bo badey muḧîbet bû be saqî
duřřî deryay ’îrfan xwace baqî
be řêbwarî terîqî bê nîhayet
beser tîpî supay ehlî dîřayet
be serçawey hemû sîřřî nîhanî
ke sîřřî ew be tenha to dezanî
be deryay piř cewahîrî me’anî
be salarî muḧîtî kameřanî
sewadî hînd be nurî ew bwe řewşen
le řûy ew «hînd» bwete «wadîyî îmen»
be nurî dîdeyî farûqî eḧmed
ke bew şer’î «miḧimd» bû «mucedّedArabic»
çiray řêy desteyî barîk bînan
supehsalarî fewcî nîk bînan
be kes napêwrê serkewtinî řêy
kesîş natwanî bête nexşî ber pêy
be her dû dîdey ew ẍewsî «qeyyûm»
se’îd «’urْweةy alْwusْqeyٰArabic»y me’sûm
be şêx «’ibdalaḧdArabic» wek necmî «saqibArabic»
«miḧimd» ’abîdî wala menaqîb
be «sîf aldînArabic» û seyîd nur «miḧimd»
be «şims aldînArabic»: ḧibîb alle: erşed
be pîrî ême pîrî em zemane
ke řîy bînînî kewte astane
le ẍem azade herçî kewte dawî
le xwawe şah «’ibdalilhArabic»ye nawî
kemalatî be kes nayete teqrîr
wekû ewsafî qet nayête teḧrîr
ẍerîb û bêkesim bimbexşe xwaye
ke lêxoşbûn ledest ẍeyrî to naye
le dergay řeḧmetit řêgayê derxe
le řêy damawîda em pîre serxe
le towe herçî destî kewt nîgahê
sefay her dû cîhan nakřê be kahê
le hewrî řeḧmetit baran becarê
beser řuḧî ’ezîzanda bibarê
tinukê - dway ewan - bo min dewaye
egîne kewtem û karim le dwaye
ezanim çakeyêkim nebwe bo xom
bełam wa ommetî pêẍemberî tom
le kirdey xom xecałet hat be serma
ne řêy ’uzir û ne řêy pařanewem ma
emende şermesarim min lew û lem
ke kes nembînê bimnêre cehennem
bełam to xot ke bimbexşî bebê pirs
bewe řistigar ebim namênê lam tirs
le layêkîşewe kirdûme biřwa
ke me’yûsî nîye bo řeḧmetî xwa
emem bo mayewe umêdewarim
ke xot fermûte min «amirizgarimPersian»
le dest pîrêjnê ferhadkujî çewt
sitûnî bêstûnî hîmetim kewt
yekêkî ḧeqperest û dostî ’alem
be koçî dwayî êmey xiste matem
le deryay fîkiretî, gerdûn ḧubabê
le ’îlmî lewḧ û ḧerfêkî kîtabê
emende şarezay esrarî tenzîl
weham zanî ke mamostay bû cubrîl
eger sed gułşenî řaz gum bwaye
le piř dîsan ew eyhênawe kaye
mebest ’îlmê nebû ew lêy nezanê
be dersî ew munewwer bû cîhanê
ecel ke dawî bo ew xełke dana
nekewte dawî wa murẍêkî dana
sizaye çerx serî şîn ka le řêda
le mang û řojî sed perwîn fiřêda
le çawî exteran xwên wa ebarê
le xwêna bêstûn sûr bû becarê
were xalîdPen name îtir şukirî xuda ke
sebûrî bo bełay wa gewře çake
be we’dey xwayî ecrî ḧeq be yad ke
be řuḧimit řuḧî ew naşade şad ke
ecel wa dwabedway eyxate jêr xak
eger şah û gedaye, ger bedew çak
ecel bo řanî řanî ême gurge
bizane ’umrî nuḧîş axrî merge