sinûr

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  2175 views
ey ew kesey detperistim û lêm winî
to xuda nî, to xoşewîstî minî
***
le asman nî ta wêt řanega destim
le qaf nî kałey asinit bo hełbestim
***
toy le min win kird û minî le to dûr
ew bistokey dujmin nawî na sinûr