şew û şeytan

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  2000 views
estêre yek yek řaxuşîn
řeş hełgeřa asmanî şîn
hewrêk şořabey berdawe
dełêy le qîřyan werdawe
tarîkane, şewezenge
wiłat bê hest û bê denge
gořistanî xamoşe şar
têyda nemawe zîndewar
ne řadejê gełay darêk
ne dê hestî pêy řêbwarêk
herçî kołan û şeqame
dełêy kawlaşî besame
dinya deryay bê şepołe
law damawe, cêjwan çole
perdey koşkan dadrawe
řoçney koxtanîş gîrawe
le talar û ser serayan
biřa tirûskey çirayan
şemî serçakyan labirdin
mirdûş hêndey dîke mirdin
damirka, bû be jîlemo
le naw awirganda pişko
jyan řûgirje û miç û moř
dê bonî kifin û tat û goř
şew zirîngawe, řaşka
şeytan samî le xwa şika
kełpî xwênawî giř kirdin
firîştey pişûbiř kirdin
xem û xefet dadebêjê
şadî û azadî denêjê
dasî merg û neman deswê
heweł gewzî dawête kwê?
dên û deçin be espayî
le çwarçira çend tarmayî
xêwî şew û xuday şeřn
bêçuwe şeytanî bedfeřn
ax, dîsan sêdare çeqî
kurdî ço bin leser heqî
lepiř dengêkî nêrane
nirkey kuřane û şêrane
perdey bêdengî dadřand
xewałûy le xew řapeřand
xełk hemûy ew dengey bîst
deygut «pêşeway» xoşewîst:
ke min mirdim kurd namrê
des le xebat hełnagrê
harûja wekû pûrey heng «mehabad» gořxaney bê deng
le dewruberî çwarçira
hezaran ser le quř nira
kam nazdarî şox û cwane
day le xim likî kołwane
le çawî kîjî mil bekwên
bexuř dehat firmêskî xwên
şořelaw hate kořî şîn
ewîş soranî kirdin şîn
pîrepyaw bang deka řołe
lebîr neken tołe, tołe
têkřa dełên dirişt û wird:
kurd nemird, pêşewaş nemird
ba termîşî bixrête gił
çon yadî derdeçê le dił?
***
şadbe ey pêşeway nemir
hetin řołey aza û xwêngir
bo fîdakarî amaden
řêgay řastî to bernaden
peřkûrî řiq estûre kurd
leser tołey to sûre kurd
kiç û kuř û jin û pyawî
deka xebatî xwênawî
ta mafî řeway destênê
awatî to wedî dênê