areq û tîn

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 3 minutes  2166 views
pêş ewey giznigî hetaw
tiropkî çya bingêwê
pêş ewey şiney beyanî
biskî bereza bibzêwê
***
pêş ewey qaspey xasekew
le zerd û ma deng datewe
pêş ewey bilbil bixiwênê
xunçe demî bikatewe
***
pêş ewey sîřey hełoyan
perdey bêdengî dadřê
pêş ewey çûře popnekî
berew řûnakî hełfiřê
***
pêş ewey şemî ser çakî
axir firmêskî hełwerê
pêş ewey gijebay tûře
jîlemoy pepûle berê
***
pêş ewey lawî bextewer
dem řagwêzê leser xałan
pêş ewey şewgeřî diłteř
weřez bê le małe û małan
***
pêş ewey bêrî şil û mil
çawî xewałûy hełbênê
pêş ewey şwan meřî şewên
wegêřê, berda desbênê
***
pêş ewey polî neşmîlan
şil şil dageřên bo kanî
pêş ewey serkanî û deraw
jawey bê le perî cwanî
***
pêş ewey ḧacî selemxor
hejarêk hełnê be temał
pêş ewey řêçke bibestin
bo mizgewtê şan bebermał
***
pêş ewey derwêşî çiłkin
pencey xelîfey kuşîbê
pêş ewey şêx wek tarmayî
berew xaneqa xuşîbê
***
pêş ewey gizîrî bedfeř
le dîwexan parû bada
pêş ewey xatûnêk benaz
perdey koşkî aẍa lada
***
min kawî xom le kar dîwe
min cergî zewîm diřîwe
min şîlegem hełbiřîwe
min yek serîm axnîwe
***
min řîze swałem danawe
şeẍre wêncem pêwe dawe
min gagêrem têr kirawe
ya xoyanim wergêřawe
hawîn û payz û behar
hetaw lêy nedawim bêkar
***
min cûtyarim, min cûtyarim
min legeł hetaw hawkarim
min be’areq û ew betîn
daman řiştuwe binaxey jîn
baskî min û tîşkî ewî
bijîw destênin le zewî
ger cûtyar areq neřêjê
ger hetaw tîşk nawêjê
danîştûy naw koşk û qeła
dexon nanî geła geła?
***
bełam ḧeyf êstaş lêre
min birsîm û kesêk têre
ne qet areqî esřîwe
ne qet gewzî hełbiřîwe
ne meçekî cemam buwe
ne çołemey le cê çuwe
ne engustî řagîrawe
ne dasû le çawî dawe
ne diłî pêy diř diř buwe
ne bin hengiłî xiř buwe
ne kefî derda be kiło
ne pencey derî kird diło
ne destî paşbarey nasî
ne sawêkî da le dasî
ne begerma dahêzawe
ne xewî le çawî zawe
ne besermaye tezîwe
ne le kay payz xizîwe
ne nûsekey pêwe nûsa
ne leber baranê xûsa
ne zuqmî beserda barî
ne le quřda kewt barî
ne dî şew û şewnxûnî
ne çêştî derdî nebûnî
***
ta key wa bim, ta key wa bim
des betał û řenc be ba bim
takey řencî şan û pîlim
bo dujmin bê, bo min dîlim?
na na, taze řapeřîwim
natwanin biden firîwim
řêbazî şořş bernadem
mewda bedagîrker nadem
le şan û bahoy xom řadî
hełgirim ałay azadî