nîyetî kes wekû min yarêkî şoxî hemayun feř

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  423 views
nîyetî kes wekû min yarêkî şoxî hemayun feř
be řû řojêkî řûnak, be xû mangî biłind exter
be qed seru û be awiř ask, lence û qeqehey wek kew
be řîz laney diłan pêwe, melek şêwe, perî peyker
cemîn mangê, melek bangê, sitemkarê, dił azarê
be xû serkeş, firîşteweş, dûçawî geş, cemal enwer
be çîhre tund û piř ẍemze, be xet sebze ke bew terze
diłî ’uşşaqî xiste lerze, sucdey bo deben yekser
le şermî gerdin û řû, lêw û mû qedî, şiksityan xward
suraḧî û awêne û findeq, ’ebîr û ’enber û ’er’er
le sîḧrî çaw û ’îşwe û nazî ew, hełhatin û řoyîn
le ser hoş û le leş gyan û le ber aram, le dił baweř
le řûy řûy ateşîn û ’enberîn xał û girey ’eşqî
henasem dûkeł û cerg agir û leş ’ud û dił mecmer
le cewrî dûrî û derdî giranî, nahumêdî lew
be ser xak û be çaw aw û be dem yad û be dił agir
be birjangî řeş û ẍemze û nîga, bo kuştinî «xalîdPen name»
le gerduşdaye peykan û xedengî şeşpeř û xencer