tirsî qehirit serî şêwand le supehrî dewwar
From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
3 minutes
687 views
tirsî qehirit serî şêwand le supehrî dewwar
çunku xot taqî bo taqî felek bwîte medar
aw û agir yek exey wek be zigê zabin ewan
şahîdî ḧałî ewan «fîy alşّecerî alْئەەخْzerî نەارArabic»
ḧukmî to herçî ke wîstî hemû asane lelay
her girêyê qurs ke biłên ḧellî girane û «dişwar»
tîşkî mîhrî to eger şewqî nexsitayete baẍ
key be ’eşqî gułewe bulbul ekewte gułzar
’erş ’uşrêke ke serřêje le deryay keřemit
ya wekû biłqe le ser qulzumî bê ḧedid û kenar
fehim dexłêkî le kunhî ḧukmî to nabê «meger»
bête mesaḧî felek mîrûleyî çałî tar
nabête meḧremî bezmî şewî to, zîhnî beşer
řêge nabate debustanî kemałit efkar
murẍî zanîn be fezay me’rîfetit řê naba
gerçî ta ’alemî bała bifřê axrî kar
lew mekaneyş xeberêkî le nizîktewe nabê
ger be dendukî le sed cêgewe kun ka dîwar
le we xoştir le «leşî» zîndewera wek gyanî
wekû fermûte - ke řastîşe - nizîktir le demar
kundebû, şemşemekwêre ke be řoj nabînin
suçî xoyane boyan nalwê dînî dîdar
xalîdPen name! ey nuqmî le gêjawî hewesda, bigrî!
lay xidawendî keřem cê egrê nałeyî zar
pîremêrd carêkî tir em qesîdeyey bem şêwey xwarewe wergêřawe:
serî lê têk çû le tirsî to supehrî dewwar
to eger tak nebî çon taqî felek dênîye kar
aw û agir exeye yek dû bira bin le zigê
şahîdî ḧałe eme «fîy alşّecerî alْئەەخْzerî نەارArabic»
herçî karê ke ełên zeḧmete, lat asane
to ke «ḧelّalArabic»y ’iqudî, çîye lay to «dişwar»
tîşkî řojit ger nedrewşayewe le naw gułşenda
bulbul wa le gułzar nedebû bo guł, zar
’erş ’eksêke le mî’şarî bîḧarî keřemit
ya wekû biłqe le ser qulzumî bê sûç û kenar
’eqłî em xełke le mahîyetî to tê naga
bêtu mîrûle be mesaḧî bixeyte řûyî kar
meḧremî xełwetî to nabê hemû zîhnî beşer
řêge nabînê lenawřêkî kemałtida efkar
teyrî bîrî ême nagate fezay me’rîfetit
gerçî ta ’alemî bałaş bifřê dête xwar
lew mekaneyş xeberêkî le nizîktewe nabê
ger be dendukî le sed cêgewe kun ka dîwar
eme zor seyre ke to gyanî le gyan nêzîktirî
pêştirî řaste le bînîn û nizîktir le demar
behre nabînê le řoj şemşemekwêre çi biłê?
setrî bînînî ewî kirduwe emrî settar
xalîdaPen name nuqmî le gêjawî hewesda, bigrî!
řeḧmî erbabî keřem ḧasił eka girye û zar