xwaye be ḧeqqî merqedî sultanî bayezîd

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  443 views
xwaye be ḧeqqî merqedî sultanî bayezîd
xwaye be aşkirayî burhanî bayezîd
ey xway mezin! be laney şabazî lamekan
ye’nî be ewcî nîştemenî gyanî bayezîd
xwaye! be ḧeqqî pakî û safî derûnî ew
xwaye be ah û nałewu giryanî bayezîd
xwaye! be sozî sîney bê kîney ew şehe
xwaye! be nûrî meş’elî îmanî bayezîd
xwaye! be sîlsîley nesebî pakî pêẍember
ta ce’ferî e’azîmî pîranî bayezîd
her le ẍulam’elî ke egate «ebuwalْḧesenArabic»
yek yek be ḧeqqî řêze mirîdanî bayezîd
řuḧmê bike be xalîdî bîçarey ẍerîb
bêbeş nebê le mexzenî ’îrfanî bayezîd
zor tînuwe be awî hîdayetî beřastî
têr’awî ke le qulzumî îḧsanî bayezîd
nurî lîqayî nîşan de le xudbînî
bîke be bendeyek le ẍulamanî bayezîd