ey ciłewdar û delîlî řê, delulî řahwar

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 6 minutes  496 views
bendî yekem
ey ciłewdar û delîlî řê, delulî řahwar
bimgerê zor arezûmendim nemawe cêy qerar
bêne bom [nu’manîArabic] gerdin biłindê berq řew
aw û xorakî be bada nayê, çalak û bekar
hîç meweste labe destibendî ke řêy řoyn bibê
bimfiřênê û tê peřên, tey keyn be cût çoł û dyar
şerte min lew řêgeda bend bûn û aram nebê
ew be cambaze û minîş lew şewqeda gyan kem nîsar
hîç newestîn řoj û şew dû menzilî lê bikeyn be yek
taku xakî astanî dost le çawkem «surme» war
tund û tîje eşkî çawum dê bexuř lem layşewe
wexte şêt bim bo çî nacułêtewe emşew qetar
sistî em řewtî «cemّalArabic»ey birduwe şewqî cemal
agirim têber bû sutam dad le dûrî, zînhar
hełse ta hêzit heye bang ke be soz û nałewe
«ḧuştirewan»ê řapeřêne bew tełaş û ḧałewe
bendî duwem
mestî ke wek min le řêy xwada be zewqêkî xuwa
dił le tawa kewte cûłan «naqe» nařwa, nařewa
goym le dengî «ḧudîةArabic»ye dił koy yarî girteber
leş le xakî şam û dił bo badî «yisirbArabic» derhewa
şwên nizulî weḧîy řeḧman muşrîqî nurî huda
meẍrîbî řojî supehir û řeḧmetî sîdiq û sefa
awî, awî zîndegî, xakîşî bonî mîskî ew
merhemî kafûre dermanî nexoşî bê newa
em nexoşane xudaya, tozê kafuryan berê
tînwanî řêt be awî zîndegî, toy řehnuma
neş’eyî lutfî îlahî pêweye badî seba
bonî fîrdewsî berînî lêwe dê sertabepa
murdeyî sed sałe bonî pê biga, derdê le xak
ew nesîmey wa le yesrîb dê řewan û can fiza
nek ewende wesfî yesrîb çawî şexsî ’alme
bîbîley ew çawe nûrî çawî qewmî ademe
bendî sêhem
min ke sergerdanî cananim çi peřway xanuman
ya le kwê dête xeyałim mameley sûd û zyan
meylî yesrîb wa be beydaxêkewe dête diłim
hênd be guř dê ew, ke cêy pê teng ebê yadî cînan
cêyeke yesrîb, ke qewmî tubbe’î hênaye gîr
ew demey wêran bû neymabû le awayî nîşan
yesrîb, her ew xakeye çendêkî çend pêş ademîş
bo tewafî ew dehatin desteyî řûḧanyan
yesrîb her ew şwêneye cubrîl besed naz û nyaz
bo tewafî, řûy dekirde ser zewî le asman
bew xeyałey, wa debête menzilî dost axrî
ber le awayî kirabuwe qîblegahî îns û can
êsta dostî lêye seyrî ke řewuştî min kewa
sałeha řabûrd û ew dostem nedî bo çîme gyan
xalîdaPen name, takey le xecłetda emênî şermesar
hełse dewrî merqedî ew piř ke le waweyla û zar
bendî çwarem
sed dirûd ey řûmetit şem’î şebustanî «wicûd»
sed dirûd ey qametit serwî beharustanî «cûd»
sed dirûd ey ew kesey lew sawe cêy toye zemîn
fexrî em xake «kewa» kewtote ser çerxî kebûd
sed dirûd ey ew kesey payey biłindit jûrtire
sed hezar sał řê le saḧey qurbî îmkanî «wicûd»
sed dirûd ey zatî pakî to be kwêrî dujminan
tozî ne’leynit cewahîr, sûrmeyî çawî «şihûd»
sed dirûd ey nurî ser tarîk nişînanî ’edem
gencî ew nûre nîhanî bû be to kewte nimûd
sed dirûd ey mu’cîzet hênd zore wesfî ḧeddî ew
nayête guncayşî fisḧetgehî gufit û şinûd
sed dirûd û sed supas bo to ke pêş adem gelêk
bo firîşte taqî ebrot bû be mîḧrabî «sicûd»
min le kwê û ḧeddî dirûdî to le kwê «xeyْru alْئەەنامArabic»
min nizam waye le xwawe bête ser řoḧit selam
bendî pêncem
ey penahî ’asyan wa min penam hênawîtê
zor gunahim kirduwe wa îltîcam hênawîtê
kewtibûme tunî gumrahî berudwa ta jyam
êste hîçim pê nemawe wa hîwam hênawîtê
taqe gyanêkim le dunya heye toyş gyanî gyan
çon dirêẍî kem le to, wa bû fîdam hênawîtê
to tebîbî ’alemêkî û min nexoşî keftekar
çareyî derdim bike swałî dewam hênawîtê
ew kesey řû kate małî gewre, «twêşû» çon eba
hatme ber derganeket twêşûy tikam hênawîtê
qetreyêkî beḧrî lutfî tom bese, řûy pê deşom
gerçî dîwanêkî wek řûy xom syam hênawîtê
ger leber derganeket řû bisûme xak ey canî pak
zîndegî xizir aw bû, bo min zîndegî derdê le xak
bendî şeşem
serwerî ’alem, minî sewdazede ḧeyranî tom
şêt û şeydaw pirẍem û dił matemî hîcranî tom
şahî textî «qab qusînArabic» toy û minîş kemtir gedat
řayeyêkim nakewê bêm û biłêm: mîwanî tom
řeḧmetî ’amît û awî zîndegî, tînûme min
bo tinokî awî řuḧimit mirduyî bê gyanî tom
xełkî bo dewrî tewafî ke’be dên û min betaw
’eşq û sewda xistimye řê, ḧesretkeşî seywanî tom
dwênê şew wam dî le xewda tacî şahîm naye ser
emřo te’bîrim weha kird pazedey derbanî tom
camî! ey wek ’endelîb ne’tî nebît kirduwe be şi’ir
min be dił meftûnî ew şî’rey le naw dîwanî tom
wek segêgî geř, le tînwana zubanî lakewê
arezûmendî tinokî awî řûy îḧsanî tom
nefis û şeytan abřûyan birdim û çarem nema
hatme qapît û leber derganeket kewtime sema
bendî ḧewtem
to û ewaney ta le dinya zîndeganyan kirduwe
arezûy toyan be têşwî řêy qyamet birduwe
to û ewaney wa xuda ’eqłêkî puxtî dawnê
bew şi’ur û hoşe, îmanyan be to awurduwe
to û ewaney şehryarî pînepoşî setwetin
tacî ’îzzetyan le ser ferqî şehan labirduwe
ew wefadarane seryan naye jêr tîẍî qeder
wa ser û gyanyan le řêgey xidmeta esparduwe
ew řojuwananey kewa nanêkî berbangyan hebû
swałkerê xwastî û gedayê, xêrî bo xwa narduwe
mişt û małêkîş be awêney diłî xalîd bide
wa be nefis û weswesey şeytanî jengî girtuwe
bîxere řîzî ewaney wa be şewqî bendegî
řêy řezay toyan bebê westan beguř serbirduwe
bełkû îḧsanêkit ey serçaweyî en’amî ’am!
řêkewê, bew řengey bête řê, bibê ḧusnî xîtam