xorî zerdepeř

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  1083 views
nawêrim bangit kem, şwên dengim hełdegirin
nawit lêm zewt eken, hawarim serdebiřn
bonî dem deken û bo nêw dił deřwanin
ewîn û azadî herdûkyan tawanin
awatim gişt mirdin le nêw em telbende
min mawim û diłêkî zamdar û gaznide
dwa gełay zerdî ber henasey ziryanim
beharim nedîwe, min xełkî zistanim
řawçî her be bařî le řikey axnîm
xwênî le demar û awî le leş çinîm
berbîngî lêgirtûm motey em şewgare
bo her la deřwanim werdyane û şovare
bełam her deřûxê qełaçey bêdadî
exemłê werzî jîn be tîşkî azadî
daxekem ew řoje be çaw xom nabînim
wek xorî zerdepeř lawaz û bê tînim
be kamî diłî xom satêkim řanebird
le baxî jyanda gułêkim bon nekird