qeqnes

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  764 views
tarîke û şewezeng
gele gurg
dewreyan lêdawim
çirayek nasûtê,
çiray diłî xom nebê.
řûn nakat tirûskeyek
řêgey ber hengawim!
seg weře û lûrey gurg
kewtûme nêw bosey çend cerdey petyawe!
yekê lew binare
yekêkyan lem girde
yekê tir lew dołe
yekê lem kenare!
çirayek nasûtê
baş řêga nabînim
perwaney bê uqrem
çewaşey ewînim
gele gurg
xêłî seg
řêgeyan tenîwim
danîşim be hîway kam nakes
hełdestim
xom ekem be agir
merg ekem be geray jînî nwê
wek qeqnes