perîy şî’ir

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 2 minutes  611 views
baranêkî lêł debarê
leber derkey hełbestêka řawestawim
diłim piře le henisk û
çawim tejî pirmey giryan
perî!
derkem lê kerewe
xem xerîke diłim exwat, pêdekenê
haka le ber dergeketa
sîngî şeq bê guł xenderan!
perî!
derkem lê kerewe
diłim tenge dexîlit bim
gořî bêdengî tarîke
were le naw baxçey diłma biçrîkêne
be bê qam û ḧeyran demirim!
hawar nekem em azare demxinkênê
perî! wek hewr bigirmêne
sînge şeqarekem teř ke
sozî diłim damirkêne
perî!
îmşew danebarî agir egirim
to xwa perî! lêm metore
bo to piştim le dinya kird
bûm be şa’îr, xom řîswa kird
emzanî to tofanêkî bê amanî
deryayekî bê bender û xiroşanî
min emzanî hezaran dił
le tenûrey tofanî toda xinkawe
min emzanî to agirî
gyanî hezaran pepûle
bo geyştin be serçawkey tîşkî řuxsarit sûtawe!
bełam hatim
xoşewîstî tom kirde řêy hat û nehat
wek şepolêkî na’aram
řûm kirde beḧrî karesat.
perî!
derkem lê kerewe
baranêkî lêł debarê
îmşew hatûm...
xemekanim le bawişta bitwênmewe
temenêke řêga debiřim
kewşî połam dařzawe
goçanî asnim şikawe
twêşem xałî, řoḧim tenya
xom ẍerîb û diłim hêlaney bałindey
hezar awatî sûtawe!
perî!
derkem lê kerewe
ewnaqim kird!
řoḧim wêney çolekey ber lêzmey baran hełdelerzê
le ber derkey małeketa řawestawim
baranêkî lêł debarê
şew direnge! dił xawêre
řoḧî tenyam be şepolî xot bispêre.
were bo naw hestî ałoz û şêwawim
ey firîşte, ey şî’rî cwanî diłdarî!
îmşew hatûm
be hawarî xwên û firmêsk bithonmewe
ey dwayîn nirkey řizgarî!