kenîşke oẍir bê

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 2 minutes  499 views
beranber awêne řawesta
dû pelke şořekey kirdewe
kirasêkî sipî awdamanî leber kird
melêkî ẍerîb le dûrewe nałandî!
em řay kird
pencerey kirdewe
bałindey řoḧî le naw řikey cesteyda zirîkandî!
dîwane şî’rekey hełgirt û
axêkî hełkêşa
wek biłêy axrîn dîdare!
diłopê firmêskî hełřişit û
lapeře lapeře hemûy da dem bawe
çî wajey şê’ir bû, hełfiřîn
wek pole kotrî aware!
espêkî sipî leber derke ḧîlandî
hezaran pepûle
gemaroy seryan da
wek polî perîyan
xatûzîn beřê ken, bo lay mem!
kenîşkî xway cwanî
bałindey řoḧî le naw řikey derûnya
bo asman eyřiwanî!
kenîşke oẍir bê!
***
em espe ser şête û
řêgey koç bê bexte!
sebir ke ba sêber bêtewe, nawexte!
- na, debê her biřom
îtir lay êwe xoş
diłdarim le dwayîn jwangeda
çaweřêy min deka!
gyanekem!
axir bo wa bêdeng?!
le dway to, kê destî daykane
be ser em şê’rana dehênê
- be bayan espêrim
ba zewî piř biken
le wişey řengawřeng!
***
kenîşke!
bo hênde be peley
nextêtir danîşe le laman
ba têr têr bitbînîn
taseman hêşta lêt neşkawe
ezanim diłit lem dinyaye bêzare!
derûnit le nîşî dûpşikî wiłatî ewînkuj zamdare!
zor tîrî tanet lêdrawe
bełam ey şagułî baxî jîn!
nextê tir danîşe
hetakû êware zor mawe
xezan zor nakêşê
werzê tir behare
becêman mehêłe...
to tamî jyan û nimekî zewînî
le dway to berew kam řûgey ’eşq řawestîn
to qîbley ewînî.
***
swar bû... swar bû
«ey heres be małim»
hewrekan lêk ałan
asman destî be giryan kird
çî dar erxewan bû
le sozî em koçe
qijî xoyan hełřinî
gelayan le bała hełweran
kořjinî espeşê
zewînî řaçłekan
henase le sîngî zemanda, ḧepesa
hezaran pepûle
«şem»yan bo cêjwanî «dêwane» ebird û egryan!
«ey heres bemałim»
espeşê gilandî
zaway merg...
amêzî kirdewe
dwa bizey şîrînî
wek dwayîn honrawey
zewînî xenî kird
kejawey xway ewîn, hate xwar
termekey le axłey tîşk pêça û
kenîşke ẍerîbe cwanekey birdewe.