mû napsênim

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  7358 views
emin demgut le dinya ta bimênim
leber kes esteme ser danwênim
keçî êsta le dawî biskî toda
giriftarim gułim mû napsênim
***
jyanim piř le řence û namradî
be hełkewtîş nehatim tûşî şadî
diłim hênd tenge her cêy to debê û bes
etoş meḧkûmî ḧepsî înfîradî
***
qerar bû bêy legeł xot şadî bênî
nehatî, gerçî pêt dabûm bełênî
lenaw kurda nebû peyman şikandin
lekwê fêr bûy gułim peyman şikênî?
***
egerçî řoyî, qet naçî le yadim
dekem yadit, beyadî towe şadim
ke barget bo hewar têk na ’ezîzim
şika estûndekî tawłî miradim
***
şewane hawnîşînî camî badem
be bade ba pejare û ẍem be ba dem
ke destî řojgar bay da serî min
serî şûşey şerab wa çake badem