tûřeyî
From the Book:
            Tarîk û Řûn
        By:
                Hemin Mukriyani (1921-1986)
        
             1 minutes
             4211 views
        
        
    saqya kuştimî xem û meynet
de were lew şerabe mestim ke
namewê cam û saẍer û pyałe
beşî xom bo le lwêçî destim ke
***
were ey nazenîn bexêra xot
gêj û wêjim bike be bade û mey
ba minî řenceřo le jînmida
hîç nebê carekî biłêm oxey
***
ḧasłî têgeyştin û zanîn
çi bû bo min cige le kwêrewerî?
serdemêkîş pena debem bo mey
ta bizanim çilone bê xeberî
***
lew wiłate kesêk le xew řabê
beşî çareřeşî û xem û şîne
têgeyştim ’îlacî derdî min
mestî û şêtî û nezanîne