beẍda nîwey řêyet bê

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 2 minutes  2039 views
xayn, xwêřî, dirozin, bedfeř, şeřanî, serşoř!
pyawkuj, tawanbar, řûřeş, nakes, milhuř, dîktatoř!
xełkî êran bedes to kirabûn zîndebegoř
ewe toy lêt qewmawe, deryan peřandûy, hey goř
debřo ey şahî xayn beẍda nîwey řêyet bê
ey dujminî azadî, ey nokerî îstî’mar!
bedes to çûne ser dar mezin, pêşewa, serdar
bedestûrî bêgane desûřa çerxî derbar
zał bû beser derbara pałe, cûtêr û kirêkar
debřo ey şahî xayn beẍda nîwey řêyet bê
key sêberî xuda bûy, ey sêberî nehatî
le sayey toda dîman şeř û giranî û qatî
le xizmet bawkî xotda le pyawkuştin řahatî
her ke xełk lêt řasa, boy derçûy û hełatî
debřo ey şahî xayn, beẍda nîwey řêyet bê
piştit le mîllet kirduwe penat birduwe bo dujmin
bedreqey řêgay to bê tûk û nizay pyaw û jin
dujminî gel hemîşe bemeredî şa deçin
her dîktator têdeşkê, her geln řizgar debin
debřo ey şahî xayn, beẍda nîwey řêyet bê
gizîrî gwê lemist bûy to bo şîrketî neftî
kilkî aẍat kêşrawe boye hênde keneftî
pêmanewe nûsabûy, herwekû qîl û zeftî
nekey bigeřêyewe, ḧala ke riftî... reftî
debřo ey şahî xayn, beẍda nîwey řêyet bê