ferman

From the Book:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
By:
Jalal Malaksha (1952-2020)
 1 minutes  805 views
řayexêkyan bo řaxsitim
qełemêkî destemoyan daye destim!
wityan: binûse şewezeng
lem wiłate siruştye...
bonî guł û tîşk û hetaw û demar egrê
ewey berew asman efřê eşqyaye
’umrî bałindey berzefiř
kurte be qed temenî guł
- her zû emrê! -
wityan: binûse asman
qelemřewî yasay dałe
ewîn, çyay yaxî bûne
bonî guł û bênî řoj û peřpeřûçkey asmanî berz
xewne, xulyaye, xeyałe!
wityan: binûse yasay dał,
yasay xwaye
çî bałinde û pelewerin, bê sam û sił
heta bin mîçî ew řikey têyda dejîn
detwanin dengyan hełbiřn
nawbenawîş be sirtesirit
qam û ḧeyran bo dił biçiřn
etwanin le şeqey bał den.
ta ber derkî qefez bifiřn!
***
liqî şikawî gułêkim kirde qełem
be xwênawî bulbulêkî kujraw nûsîm:
nûsîm: asman qełemřewî bałindeye
nûsîm ewîn yasay bê xewşî diłdare
guł û asman û azadî
qanûnî xway ewîndare